Sanatçı | Xero Abbas |
Albüm | Xeribo (1998) |
Şarkı | Welato |
Hit | 504 indirme |
Haftalık Hit | 1 Haftalık indirme. |
Boyut | 3.71 MB |
Tarih | 29 Ağustos 2017 , Salı günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 9 puan. 3 kişi puan verdi. |
Lo welato lo welato lo welato lo welato
Lo welato teyê ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê
Tava havînê bi serde hato li welato
Goştê min heland xwina min ziha kir
Hestiyê min li ber bayê payizê berdan
Cihê min kiriye binê zinaran
Lo welato lo welate lo welato
Teyî ez kirime mîna cixarakê
Li devê qelunkêşa lo welato
Agir berdane salê danzde meh dişewitim
Lê dawiya min nehato lo welato
Na na na welato
Ezê kirime mîna newxeşekî
Li nav livîna werkirim sibe heta êvarî
Ji êvarî heta ezraîlê melekê mirinê
Ezrailê melekê mirinê mêhvanê mine
Ji min dixwazê canê ciwan
Emire şêrin lê ez li ber xwe didim welato Lê ez li ber xwe didim ax welato
Dikim sekrat dibêjim belkî
Belkî te bibînim welato
Belkî bibînim te welato
Berî mirina xwe lo welato
Lo welato lo welato lo welato
Lo welato teyî ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê
Teyî ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê
Tava havînê bi serde hato
Goşte mîn helandin xwina min ziwakirine
Hestiyê min li ber bayê payîzê berdan
Cihê min kirine binê zinaran lo welato
Lo welato lo welato lo welato