Şivan Perwer Dile Min Bu Bahra Belek Mp3 indir

Şivan Perwer Le Dilbere (1986)
Sanatçı Şivan Perwer
Albüm Le Dilbere (1986)
Şarkı Dile Min Bu Bahra Belek
Hit 555 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 4.74 MB
Tarih 22 Temmuz 2017 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 10 puan. 4 kişi puan verdi.
Dile Min Bu Bahra Belek Yorumları.
Dile Min Bu Bahra Belek indir ve şarkı sözü.

Dilê min bû behra belek,
te av jê vexwar gelek,

cîran ez ê te bigrim,
bira biteqe felek,

cîran wa diçim sûkê,
ji ter bînim xemla bûkê,

de tu ê rabe li xwe ke,
bibe bûka Kerkûkê,

de tu ê rabe li xwe ke,
wek kevokek Duhokê,

de rabe cîran rabe,
rabe êdî em herrin,

bira fesad û nerind,
êdî ji me bigerin,

cîran cîrana min,
tu rind e li ber dilê min,

cîran cîrana min,
tu xweş e li ber dilê min,

dilêm bû behra Wanê,
çem û kanî av danê,

xwezî bi teyra baskbelek,
li ser serê sîpanê,

xwezî bi siyabend û xecê,
dimîne li ser sipanê,

cîran merhema dilan,
bi şev were nav gulan,

cîran melhema dilan,
bi tenê were nav gulan,

bira kes te nebînin,
dikevin nav du dilan,

destê te bigrim, biçim,
ba Pêşmergên Kurdîstan,

de rabe cîran rabe,
rabe êdî em herrin,

bira fesad û nerind,
êdî ji me bigerin,

de rabe cîran rabe,
rabe êdî em herin,

herwek şivan dibêje,
ewan ji me nagerin,

cîran cîrana min,
tu rind e li ber dilê min,

cîran cîrana min,
tu evina dilê min