Şivan Perwer Delalike Dılemıno Mp3 indir

Şivan Perwer Diwana Şivan Perwer (2005)
Sanatçı Şivan Perwer
Albüm Diwana Şivan Perwer (2005)
Şarkı Delalike Dılemıno
Hit 609 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 5.45 MB
Tarih 22 Temmuz 2017 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 9 puan. 6 kişi puan verdi.
Delalike Dılemıno Yorumları.
Delalike Dılemıno indir ve şarkı sözü.

Kuro dîno ez ê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim,
lolo delalîkê dilê mino ez ê nizanim çi bêjim de loy loy... lo çi nebêjim,
ronîka çavê mino ez ê bûme bilbilekî ji vanê de loy loy... ker û gêj im,
wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî,
belê ez ê biçim ser milekî ji vanê bilind,
hawar ez ê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim,
gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im,
ax de gidî lo ez bêhal im,

hawar gundîno hûnê rabin de hay hay... lo qiyamet e,
malîno hûnê rabin de loy loy... qiyamet e,
belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e,
were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin,
hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e,
gidî lo ax de gidî lê gidî lo şewityo gundo,
ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo,

hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay hay... lo li vê taxêyo,
malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de loy loy... lo li vê taxêyo,
ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo,
bêjin xalito emîna îsa ji derdê te bêhal e,
hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale,
hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo,
gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im,
ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim.