Şivan Perwer Agiri Mp3 indir

Şivan Perwer Agiri (1982)
Sanatçı Şivan Perwer
Albüm Agiri (1982)
Şarkı Agiri
Hit 2754 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 5.67 MB
Tarih 22 Temmuz 2017 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 9 puan. 13 kişi puan verdi.
Agiri Yorumları.
Agiri indir ve şarkı sözü.

Ji sal 1926 de destpêkir, 1932 serî rakirin,
Agirî şer dikir
Ararat tije bûbû,
Dîsa bi volkanan dikelîya,
Agirî xwîn digirî,
Agirî xwîn digirî,
Serê xwe rakirin,
Şerê xwe kirin lê tê negihîştin
Bav û bra hat kuştin,
Dayîk lidar,
Xwîşk dilovan,
Zarokên li wir sêwî mabûn
Li pişta şer kalekî pişta xwe dabû kendalekî û berê xwe Dabû çîyayê Agirî
Dinêhêrî û wanî digot:
Ey felekê xayînê te çira li me wa kir
Te malê me xerakir, te zarok û zêçê me bêxwedî û perîşan kir
Ey felekê xayînê te çira li me wa kir
Te konê me ji nava kona rakir
Te mala me xera kir
Te zaro û zêçên me bê xwedî hişt li orta perîşan kir
Te dilê dosta şikand dilê dijmina bi me şa kir,
Felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman, yeman yeman lê way lê way lê way felekê ayî
Hey birano hûne binerin çiyayê agirî dîsa bi dax û dûmane çi bilinde
De qama xwe bilind kirîye reşa xwe girêdaye hezne bûye ban dike çîyaye Hindê
Dibê tê bêje agirî dîsa bir gir û hêsra xwe tije bûye
Agirî dîsa bi volkanan tije bûye
Agirî agirî, agirî diki xwîn digirî, agirî xwîn digirî
Felekê yeman xayînê yeman lê way lê lê way lê felek ayî
Hey meramo leşkerê romê zalimê jontirka hatin daketin bajar û gunde
Zaliman li jor kirin giregira bafirok û teyaran
Li jêr kirin tixetixa topan u mîtrayolzan
Xera kirin bajar u gund ji binde
Hey feleka xayîn mêrê me kustin, malê me talan kirin
Zarokê me sewî histin, feleke xayîne nerinde
Iro li şûna warê şeran di wake rubî dixwîne pepûk û qûnde
Felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman yeman lê way lê way way hê hê felekê ayî
Hey de mêrano wanî nabe feleke xayîne nerinde
Emê gazîya xwe bibin hêl û malbatê Kurda bera di gazîya me werin
îro roja tengê ye bêkar û bêkêr nabe
Heçê bi namûs û şerefin bere di gazîya me werin
Heçe bexîret û bêkêbin bera himbêzê jinê xwe bimînen
Feleke xayîne nerinde
Emê hevî û benda xwe zarokên bava sêwê xwe girêdin
Be hinek bibîne dibê hinek sibê nebîne
Hêvîya min di wê hêvîye heye gi wê mêr û jinê me rabin
Mêrxazê me rojê sibê rabin felekê ji vedere biqewutîne
Heyfa me hilîne, bi mêr û mêrxaz bin
Hawar kurdno gerek heyfa kurd û kurdistanê li erdê nemîne
Felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman yeman lê way felekê ay