Nizamettin Ariç Zine Mp3 indir

Nizamettin Ariç Tüm Şarkılar
Sanatçı Nizamettin Ariç
Albüm Tüm Şarkılar
Şarkı Zine
Hit 1015 indirme
Haftalık Hit 2 Haftalık indirme.
Boyut 5.72 MB
Tarih 6 Aralık 2017 , Çarşamba günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 8 puan. 8 kişi puan verdi.
Zine Yorumları.
Zine indir ve şarkı sözü.

Amed bi ser Dîcle de girîya bi herdu çavane
Got liminê çi şermeke mezin û girane
Li başurê welêt xelkê me bûye perîşane
Digerîne li warekî ku lê bibin mêvane
Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane
Li şûna biran ser dest bûye maz û bane
Mêvan rast kirine çadir û konan e
Li dorhêlan leşker bi tufing û surguyane
Li minê lê li minê lê li min li min
Derenge derenge ro razayî nîvê şevê
Ji binê koneki qirîna zînê tê ye
Zina neh salî ji birînan xew neyê
Dayikê ban kir Zînê ciwanî yê
Ez bi gori, te kezeba min kewand
Keçê lori lori lori
Zinê got Lê dayê
Zîn bi heyranê
Qirîn şerme dizanim
Lê birînêm xedarin
Agir û janên bedena min
Rebena xwedê helandin
Li minê lê li minê le le min le min
Li dora çadirê civîyabun komeke jin û peyanî
Mirevên serbelind, situxwar li vir dimane
Qîrîna Zînê agir berda bû cigera van
Nema bû xewa çavan ne şahîya dilan
Pirekê ban kir; Xwedê ey xwedê li jînê li kovan bike qetrane
Zarokê me kirin mirî û birîndarên bombane
Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e
Em ji welêt surgun bune koçerên cîhane
Kaleki bankir;
Hûnê şîreta me bidine keç û xortane
Li minê lê, li minê lê, li minê lê lê, li minê lê
Ax li mino li mino lo lo ahh
Hunê şireta min bidine keç û xortane
Bese xapandina salan
Bira edi fêr bebin dersane
Biratîya bêbexta hemi pêken û talane
Li cîhanê kesek nabe hevalin bindestane
Jibona xaterê Zîna neh salî
Ku nuha de kê sikrane
Jibona xaterê zer u esmerê me kurdane
Ku îroj berê xwe da ne çolu kerbelane
Bila hişyarbin de bila hişyarbin
Têkevin rêçika azadîya Kurdistan e
Li minê lê li minê lê li minê Lê li minê lê
Berbange, berbange rojeki Îlona heyştê û heyşta ne
Cenaze Zîna celenk radikine gorane
Şuna reş xwe berdaye ser konê mihacirane
Kecekî neh salîn xwe gihandiye refen cangoran
Êre, Zînê jibo xatirê gelê welatê xwe buye qûrbane
Dayika Zînê bankir:
Hûnê dawîyê bidene hestrane
Hûnê xwedîkin zaroken le ber şirê dayîkan e
De bila bixebitin ji bu Azadîya kurd û Kurdistan a
De bila bixebitin ji bu Azadîya kurd û Kurdistan a
Li minê nasılsın lê li minê lê li minê lê
Li min li min li min