Sanatçı | Mehmet Atlı |
Albüm | Wenda (2008) |
Şarkı | Lı Gelıyeki |
Hit | 181 indirme |
Haftalık Hit | 1 Haftalık indirme. |
Boyut | 7.46 MB |
Tarih | 25 Eylül 2017 , Pazartesi günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 10 puan. 2 kişi puan verdi. |
Ar girtiye qurm
Û li dorê dileyize
Çi kiribû
Çi bû gunehê dara berû?
Ar girtiye qurm
Û li dorê dileyize
Çi kiribû
Çi bû gunehê dara berû?
Bi min re wê jî şer nexwestibû
Bi min re zarokan
Bi min re kulîlkê
Û wê qîza xama...
Ku, li dû min stûxwar ma
Û bendî...
Rondik herikîbin şer herikand
Û xwîn pijiqand pelê kulîlkê
Ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê
Hij ma li milkê
Ramûsan li milkê...
Xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
Û şer dizî ji me xewnên mîrekî
Li gundekî em
Li herêmekê
Dujmin bûna jî malê me pev dima
Neyariya me nedigiha qewmekî
Kengî bûya lev dihatin
Em eydekê
Erefatekê...
Bi ya helbestê min kir
Bi ya helbestê
Û min guh da bilûra şivên
Û min guh da bilûra şivên
Hij min aland li destmalek vên
Hij min aland
Ramûsan min veşartin li geliyekî
Ramûsan min veşartin li geliyekî
Ramûsan min veşartin li geliyekî