İlahiler Mevlüda Şerif Kürtçe Mp3 indir

İlahiler Kürtçe İlahiler
Sanatçı İlahiler
Albüm Kürtçe İlahiler
Şarkı Mevlüda Şerif Kürtçe
Hit 6712 indirme
Haftalık Hit 0 Haftalık indirme.
Boyut 35.11 MB
Tarih 29 Kasım 2017 , Çarşamba günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 7 puan. 95 kişi puan verdi.
Mevlüda Şerif Kürtçe Yorumları.
  • Hatice
    2
    Harika çok güzel ilahi
Yorumları Göster
Mevlüda Şerif Kürtçe indir ve şarkı sözü.

Bê jimar hemd û senayê qelb û can
Em didin boy Xaliqê kewn û mekan



Wî bi însan daye zanîn ba-kerem
Xwendin û hem hîkmet û ‘ilm û qelem

Ewwel û hem axire Rebbê ‘ezîm
Hem ‘elîm û hem Kerîm û hem Rehîm



Malikê eflak û ezman behr û ber
Raziqê cumle heyîne ruhdiber

Em temam anîn wucudê bi qudretê
Cin û însan wî bi îsmê rehmetê

Nîmeta xweş em kirin ku musluman
Hem Muhammed ser serê me kir şivan

Boy hîdayet da me Qur’ana Kerîm
Rehberê çuna sîratel musteqîm



Ey Xwedayê bê şerîk û bê mekan
Tu me bê îman nehêlî tu zeman

Dûr nekî me ta hebin ku em bijîn
Yek demê ya Reb ji dînê xwey mubîn

Me bikî ya Reb ji ehlê pir wefa
Tabi’ê rêka Muhammed Mustefa

Şaş nekî me ji vê rêyê ta axretê
Ta herin em nêv cinan û cennetê