Hozan Aydın Qaze Mp3 indir

Hozan Aydın Single
Sanatçı Hozan Aydın
Albüm Single
Şarkı Qaze
Hit 863 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 5.90 MB
Tarih 29 Ağustos 2017 , Salı günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 8 puan. 4 kişi puan verdi.
Qaze Yorumları.
Qaze indir ve şarkı sözü.

Lêlê Qazê….;
Lê lê…mal xirabê… êvare gelo Îro dîsa teb ser mira zare zare…;
Malşewityê êvare tebi ser mira zare zare, mer ku heye bê soz û bê qewl û bê îqrare, jinku heye bi fend û bi dek û bi dolabe, bi heft parsuyên xwe xware, bira mala felekê bişewite…,
Gava ji heft salî virda herdu dilê rezîl li ser hevdu bengîbe…
Wey Xwedê…, Rebîo…. ez bi qurban gava ji heft salî virda herdu dilî rezîl li ser hevdu bengi…be;
Meriv turê parsê bavê milê xwe bigere, li nava temamî duwala heyanî Çîn û Ecem û Bulxare;
Xwedê dizane ji merivara ne tu eybe, ne tu şerme, ne tu are were… were…ax were were… de tu were….ax were… qaza min tu were…

Lêlê Qazê…
Lê lê…mal xirabê… êvare Îro dilê mib halê min şewitî gelo dîsa bi ser mida yane yane…
Malşewityê êvare dilê mib halê min şewitî îro bi ser mida yane yane ezê rabim herim xwe bavêm ber bextê maldar û selefdar û tucar û dewletîya bibêjim bextê we û xwedê ketime…
Ca rabin fîyetekî li kewa minî gozel bixin ez nizanim fîyeta kewa minî gozel fîyete yanî erza..ne;
Ezê rabim herim xwe bavêm ber bextê maldar û selefdar û tucar û dewletî…ya;
Bêêêm di bextê we û xwedê ketime fîyeta kewa minî gozel fîyete yanî erza…ne;
Xwedê zane feqîrîya malê dunyalîkê ez ditirsim fîyeta kewa minî gozel bibe xercê Ûriz xeracê ser behrane qazam tu were…hu were..qaza min tu were….

Lo gundînooo…
Malîn û cînarno ez bextê we û xwedê ketime li qisûra min nenêrin qaza min qazîne;
Sûretê wî sorî sosinî xal xalîne devê û lêvê wî tenikin kaxitîne diranê wî hûrin sedefî mircanîne;
Pozê wî zirave pîjîne, çavê wî reşe kildayîne, tilî û beçîyên wî ziravin bal mûmîne;
Gerdena wî dirêje êlîne, porê wî dirêje evrîşmê narîne, li serê wî du qor zêrê Mamûdîne, min bi çavên serê xwe vê sibekê li serê wî dîne…;
Keçikêêê tu were emê duakî ji Rebbê Alemê bixwazin;
Herçîyêku destê min û kewa minî gozel ji hev diqetîne;
Belkî sebebê me li dunyaê xêrê bike tu cara waê qe nebîne tu were….hû were… ax were hû were… Qaza min tu were Xaliq Kerîme…..