Hozan Aydın Mire Miran Mp3 indir

Hozan Aydın Beje (2008)
Sanatçı Hozan Aydın
Albüm Beje (2008)
Şarkı Mire Miran
Hit 2044 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 6.51 MB
Tarih 29 Ağustos 2017 , Salı günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 8 puan. 15 kişi puan verdi.
Mire Miran Yorumları.
Mire Miran indir ve şarkı sözü.

Hey mîro mîrê min hey mîro mîrê min hey mîro hey mîr
Ax lo mîr çi fermane;fermane li ser srê me rakirin dîsa fermana mîrane
De lolo birano dîsa xeberekî hate şevekî nîvê di şevane,
Ez ketim nava derya kulan û xeman,ronîkê minde kombûn ewrên reş û tarî girtî mije bi dûmane Dîsa li hev civîyane kome guran kivşeye şêwr girane.
Dixwazin qirkirina Kurdane bira fermana girane.

Fermane ax fermane,fermana mîrane mîrê min setacî hemî mîrane.
Ez çi bêjim nikarim bidim tu pesnan mîrêmin nav girane,
Sehildana şopû rêça heftêûpênc salane,derketî ji cih û meskenê pêxemberane.
De swar bu li ser pişta hespê dewrêşê Evdî dizgîn girtiye ji mêrane,
Evîn a mîrê min ne Xece nejî Zîn a Botane pir bedewe,
Rinda rindane warê êş û eleman hêlîna hemî evînane.
Şêx Seîdê kal,Seyîd Riza di navdane,wesyet û şîret a Qazî Mihemed ane.
Bi hezaran Xwîna şehîdane xemilîye bi refên gerîllane.
Evîn a mîrê min tenê Kurdistane mîrê min.

De lolo,lolo,lo,lo,lo
Lo birano ez çi bikim dunya ketiye destên hemî rehwil û gur û çeqelane
Hêvîya min jê nema Ewropane;ne dîn e,neîman e
Namûs û hisyet firotine bi peran e!
Li ser xwîna însanan bûn xwedîyê dewletan:yeko,yeko par girtin ji qetla Kurdan e.
Heyfa min nayê bi tu heyfan,heyfa min tê ku bi destên bêbextên di nava meda
Kurdistan bû lîstikên dujminane.
Ji bavê berêde li me anîne qira şêran û mêran,
Bi panzeran hincirandin tifil ên ber pêsîrên dayîkane bira
fermane…fermane,ferman a girane.

De lo lo birano hela binêrin li vî bêbextî û îxanet a dewlet a Yunan e!
Ma ji bîrkirin bi salan namûs a wan mabû li bin lingên Osmanîyan ev çi şerma
girane.
Li ser serê mîrê min çêkirin fend û plane,bi dest ên mîrê min girtin xistin qeyd
û kelepçane,
Berê mîrê min dan nav komara çetane,
Mîrê min kete deste qatil û xwînxwarên van Tirkane bira fermane,
Fermane,fermane,ferman a mîran e.

Ax de mîr;mîro mîrê mîranî,
Serkêşê daw û doz a gelê Kurdanî ji bona mirovahîyê tu nû jîyanî
Cesaret û bawerîya keç û xortanî,
Stranên hunermendan,qelema li dest dîrokvanî,
Şekirê li ser lêvên zarokanî,tirs û xofa dilê dujminanî,
Heyanî dunya xweş û avabe sonda giranî,
Serok û rêberê Kurdanî,
Navê şêrîn ÖCALAN î mîrê min.