Sanatçı | Heme Haci |
Albüm | Ay Dıl (2010) |
Şarkı | Yar Feleke |
Hit | 847 indirme |
Haftalık Hit | 1 Haftalık indirme. |
Boyut | 3.72 MB |
Tarih | 16 Eylül 2017 , Cumartesi günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 10 puan. 3 kişi puan verdi. |
Ax de yar… yar felek…
Yar felekê, gemî diçûn dimane kelek, xelq û alem bû aşiqê mal û hal û temenê dinyalikê, ez evdalê xwedê bûme aşiqê bejn û bala şêxan û mirşûdan, şêx Evdila şêxê bejn zirav, çav û birîyên reş û belek, zalim felek…
Ax de yar… yar felek…
Yar felekê gelî kûr bû ez daketim, xewka min hat û ez raketim, min dît feleka malxirab bi sê dengan deng li min kir, got: Dilo tu razayî qelbo ca hişyar be, ca rabe bê qewl û bê qiraro, te yê dinya xwe kir emrê xwe derbas kir, heval û hogiran terka te kir, emrê te tam û qirara xwe kir, lo bê qewlo… bê qiraro…
Ca rabe mirina malxirab nêzîkê emrê te kir hay felek, ax yar felek, zalim felek…
Ax de yar… yar zalimê…
Yar zalimê ez ê bi gaz û bêlanên bilind ketim temamî ji xwe ra belekî ne, li ser da çem û çavkanî ne, li bin da mêrg û çîmen û zozanên qedîmî ne, ez ê salê carekî konê xwe lê datînim, felek xayîn e konê min hildişîne, alîkî serê dilê min yek bi kul e, yek bi xem e, yek bi birîn e, minê xwe berda li ser doxtor û tebîbên ecnebî ne, min got: Tebîbo ez ê bi te kim, tu yê bi xwedê bikî, heçî kesê ku tîra eşqê li serê dilê wan bixîne, dermanê wan li ba te heye yan tunîn e?
Got: Ca rabe bê qewl û bê qiraro, heçî kesê ku tîra eşqê li serê dilê wan bixîne, dermanê wan li ba min nîn e, li ba xaliqê alemê rebbê di jorîn e zalim felek…
Ax yar yar felek…