Ferhad Merde Yade Mp3 indir

Ferhad Merde En Çok Dinlenenler
Sanatçı Ferhad Merde
Albüm En Çok Dinlenenler
Şarkı Yade
Hit 626 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 6.50 MB
Tarih 7 Temmuz 2018 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 10 puan. 1 kişi puan verdi.
Yade Yorumları.
Yade indir ve şarkı sözü.

Yadê, Wa Yadê Nameyên Te ji min'ra Hatin
Mektubê Te ji min'ra Hatin
Û min Yek Yek Xwendin Lê kû Pênûsa Dilê te Heba
Teyê Xweştir Gotin Biherikandina û Tû hewceyê Cîrana Ne dibû
Ji bo Nameye kê Mektube kê kû tû xwe Bawêje Bextê Wan
û Xwe Kêm bikî
Xeberê min jê hebû kû kî ji tera diniwîsîne û bi Pênûsa kê
Û min dizanî bû cîye kû pejna min jê dihat tû li kû rûdine
Û Tû albûma min ji kêra we dikî Ez û te dizanin Yadê.
lê xweska te karîba şîretek li wan çawên xwe kiriba
ji boy nameyên kû te ji min'ra şandiba Bi rondikên te şil nebûba
Minê ji hevalê Xwe'ra Gotiba
Eeeh We Dît Ez kûrêê vê Dayîkê me Ya kû nizane Bigrî
Lê zûde Çawên te ji bin desthilatîya te derketîye û tû pê nikaree
Ez jî neçarim Wa Nameyên kû bi rûndikên te şil bubin
Bi lêwên xwe Zûha bikim, Lêwen Terikî

Yadê, Wa Yadê Nameyên Te ji min'ra Hatin
Û Min ye Yek Yek Xwendin Lê ne Tenê Ez
Min Heval jî Kirin Şîrîkê Xwe Hingî Min Behsa te ji Wan'ra Kirîye
Wan jî ji te Hez kirîye Wan jî Dixwest Roje ke te bibînin
Destê te Maç Bikin Dilê Te Rehet be Ez Her Tişt Ji Wan'ra Naxwînim Yadê
Hevoka kû Xeber û Henekê te têde Hebin Ez ser Diqebizim Lê Nasekinim
Tû Dest ji Lawê Xwe Naqere Yadê Emrê min bibe Sed Sal jî
Ez Şerwan bim, Fermandar bim, Dûr bim, Nêz Bim Her dû Çawên te de Ez Ew Zarokim tû dibe qey nû Şîr vekirîye Min ji te Qebûle Yadê

Yadê, Wa Yadê Gazinê Malê Ji te hene Dibêjin te lêhefa min venekirîye Wûlo Maye bi Pêçana Destê Min
Û te Doşeka'min Jî ji kesekîra Ranexistîye Ji boy kû Bêhna min jê Neçe Kûrm jî Bigre Tû naşo
Û tû Nahêle Birakê'min yan Xuçke'kî Min di naw da Rakeve
Çima tû neheqîyê li wan dikî
Hevalekî kû ji alîyên min bibe Mêwanê te Dibêjin tû serê wî ji Pirsa Gêj dikî Û tû Ji Bîr Dikî tû jê'ra Bêje Lo hevalo, Mêwano, Delalo Tû Tî yî Tû Birçî'yî Tû Vestîya'yî
Û tû Rê Nadê go Bersivkê Sed Pirsê Te bide
Wulo Tû Mêwan Perwerî?
Binê Ezê Ji te Bi Xeyîdim ha
Erê Dibêjin Te stranek li ser min çêkirîye
Min Nebihîstîye lê Xweşe
Û tû digê Kû Tû Wê Stranê Dibêjî
Û Ez Xweş Dizanim Nûha tû Wê stranê bi Zarokên Taxê jî dayî Hijberkirin
Û Kû ji Destê te Hatiba teyê bi Kewira jî da be gotin
Lê bi Qûrbana Wê Dîn bûna Dayîka Xwe bim
Ez bi Qûrbana Wê Dîn bûna Dayîka Xwe bim
Di nîwê Şewê da wê stranê di ber xwe'da dibêjî
Hele tû Şîyarî Te çi ji Razana Xelkê yî Diwê Dinya'yê de Ne tenê Ezim Yadê.

Yadêê, De bêje Ha Lawo, Qurçimyo, belqityo
Gaznê Cîrana Ji te hene
Dibêjin Xwarina kû kêfa min jê dihat Tu her Ewarî Wê Xwarinê li Cîrana Belaw Dikî Hingî tû belaw dikî Te ew Xwarin Li ber dilê Wan Reş kir
Ew jî Qemîş nabin kû ji destê te negrin A mine kû nuha ji Berte te Nerewîyane, Barnekirine Tû her tiştî Bê tahm dikî Yadê
Ji ber tû dizanî dilêmin naçe her xwarinekî Nûha tû dikeve Tayê Bê di çeperên Pêş de Di Şer de Ez çi dixum Li tiştekî ji tere bêjim lê tiştekî ji tere bêjim Tû Matmayî Ecêpmayî Nemîne Hevalên min çi bixwin Ez jî wekî wan
Ser mê dixwin Ez jî, Ger mê Dixwin Ez jî, Tî dibin Ez jî, Birçî dimînin Ez jî, Brîndar dibin Ez jî, Sebrê Dikşînin Ez jî, Ez jî Çowala Ji Axê Tije dikim û di Çêkirina Mevzîyan da bu me Hoste
Çêka min jî Para Xwe ji Serkeftinê Girtîye
Min jî Ala Azadîyê Ti Çeperên Pêş de Çikandîye Yadee
Min jî, Min jî, Min jî, Min jî, Min jî

Berê min di Gûhê te da Tiştek Goti bû Tînî Bîra Xwe
Berê min di Gûhê te da Tiştek Goti bû
Min gotibû Heger Rojekê ji Rojan Dengê Tilîlîyên Dayîka di Taxên me da Hat Û Cîran Li ber Derîyê te Kom bûn
Wê deme bizani be Ez li ber Derîyê te me
De derî weke kû Ez Xatirê Xwe Ji te Bixwazim Yadê
Lingên Hevalên min Di bin Tabûta min de Vestîyan
Derî Weke Yadê û Bila Muyek Ji Pora te li ser tabûta min nekewe
Tî jî bêje Ji herkesî're Bêje Eeh we dît Ez Dayîka Wî Şehîdîme
Ya kû ji min're Digote Yadê. De derî weke Yadê
Qûrbanê Yadê Derî weke Yadê Qûrbanê Yadê Derî weke Yadê

Qûrbanê Yadê Derî weke Yadê Derî weke Yadê