Ferhad Merde Ez Jite Hesdikim Mp3 indir

Ferhad Merde En Çok Dinlenenler
Sanatçı Ferhad Merde
Albüm En Çok Dinlenenler
Şarkı Ez Jite Hesdikim
Hit 1085 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 5.50 MB
Tarih 7 Temmuz 2018 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 7 puan. 12 kişi puan verdi.
Ez Jite Hesdikim Yorumları.
Ez Jite Hesdikim indir ve şarkı sözü.

Ji te hez dikim û hez dikim û hez dikim
û ne xweziya wê cara din min ji te re gotî ji te hez dikim
Ez hij te dikim tu cîran bî û di navbera min tu te de ne sînor û ne dîwar bî,
tenê şevek heba û şev jî heyv û stêrka reş ba gotiba çawa ji te hez dikim
Ez hij te dikim tu her bima zarok da ku min di lîstok û xeyalên te da min xwedî biba zarok
wê gavê diketim cinnet bikim min ji te re gotiba ji te hez dikim
Ez hij te dikim ji te bêhtir û ji deriya te firehtir û ji gerdena te xweşiktir û ji bejna te ziravtir, ciwantir, bi rûmettir ne xerîb e, ku Xweda te dabe ji bo tu ji min re bibe qeder û ne xerîb e ku Xweda min jî dabe ji bo ez hij te bikim
Ez hij te dikim tu li ser reffa eşqa min de tim mamosta bî wek şagirteke tembel bim, lawaz bim, ne guhdar bim ji boy her gavê bê rawestandin te min ho kiriba çawa ji te hez bikim
Ez hij te dikim ji te dûr bim û ji te bê xeber bim di bin konê xurbetê de, da di her biranînekî xwe de ez binivîsînim ji te hez dikim lê kengî gava derbiyê te min şêrîn bike û ez bêriya te bikim wê gavê ez ê, hij te bikim
Ez hij te dikim lê ne li vir, li cihekî din wî welatê ku tu tê de bibe al û di bin siya ala te de sond bixwîm wî axa te û bi roka te û çiyayên te û tim rûbar û kaniyên te min divê xewnan birêsînim bi tewn û xeyalên te û çîroka min bibe nifşek ji çîroka te wek çawa tu bimeşe,çawa tu û çawa tu di destana evîndaran de tu bibe sembol
Ez hez dikim tu roj bî û ez gulberoj bim, mihijdarê têhna tirêjên te bim,
Wek derwêşek di eşqa te de xewtehl bibim,kor bibim, bibim sofî cinnetê bi çavên xwe bibînim, ez bibînim gir tu tê de bûye horî deriyên xewnên emrê min tim vekirînin di hizura dil de
Kengî tu derbas bibe lê min ne bibe deynexe were
Ez hez dikim leşkerên hestên min di nav leşkerên hestên te de bi arteş bin, xwe bi rext û çek bikin ji hêza awirên dil ger emrê min têra hezkirina te bike ez ê,te ji xwe re bikim rêbera şoreşa evîna xwe na eger ez mirim qe ne tu jî min bike şehîdê eşqa xwe
Ez hez dikim navê te, rengê te, delaliya te, bimeşe di nav pirtûk û destana min û xwe veşêre di dîroka bi êş û ya dê roj bi roj,meh bi meh,çend sal in,ez xwe fêr dikim te ji xwe re bikim dijmin lê ka ew dilê ku qiymîş bike ji te re nebêje ji te hez dikim ku tu zalim be jî min ne qedexe ye dagirkeriya zilma te jî min neçar dike ji te re bêjim ji te hez dikim
Ku ez bêjim ez hij te nakim derew dikim û li ser te ez ne dil û har im, derew dikim û ji dîtina te
ez poşman im, derew dikim, derew dikim,derew dikim, derew dikim, giş derew jî bikim,
lê dil derew nake, ji te hez dikim, hez dikim hez dikim