Dengbej Şakiro Asyaye Mp3 indir

Dengbej Şakiro Dengbej Şakiro Arşiv
Sanatçı Dengbej Şakiro
Albüm Dengbej Şakiro Arşiv
Şarkı Asyaye
Hit 1552 indirme
Haftalık Hit 0 Haftalık indirme.
Boyut 6.98 MB
Tarih 28 Eylül 2019 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 8 puan. 8 kişi puan verdi.
Asyaye Yorumları.
Asyaye indir ve şarkı sözü.

Axao hey li min li min li min
Wêy maqûlo hey li min li min li min
Asyayê bi sê denga bang dikirî:
Go: Lê lê Besrayê… Dayê rebenê sibe ye şereka li me çêbû
Qaleka li me qewimî li Sûra Kafir Îs(k)ana
Li hewşa kafirê Emer Tûman
Weyla li mi nemayê
Tu sêr bike îro ji êvar da li ser kaniyê way…

Îro ji êvara Xwedê da tê gurmîna tometîka vî zalimî, nemînim
Sewta vê boriyê
Ecem e, “Bêşîncî Mezheb” e, “dîn û dişman” e
Gule û barûdê ser serê me da dibarîne fenanî taviyê…
Va zalima dîn û dişman e, tu dêr bike malxerabo
Li me biriye, nade me da deqe û mohlet û sanî(yê)…



Besrayê bi sê denga ban dikirî
Go: Ferzende mala te xira be
Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’
Ez bavê Elfesya, Siwarê Eznawir im
Xwedanê “küçük çapliyê” me
Li welatê “Dordincî Ordiyê”
Mêr ser mi ra qe tune ne…
Go: Besrayê! Agirê kulê li qapiyê te ketê!
Ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimî birîndar im!
Eva ne şerê Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê duwazde bavê eşîran e…
Hewşa kafirê Emir Tuman e
Bêşincî mezheb e
Bê dîn û bê îman e…
Li ser serê me hurmînê topan e,
Giregirê tometîka, makîneliyan e…
Li me birîye deqe û sanî, nade me da tu mohlet û tu eman e…
Gavê din va li qarişî şerîeta Mihemed sekinîye,
Ji êvar da ji min ra dixwîne meydan û ferman e…
Îro ji êvara Xwedê da
Gelo vê sibengê ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimî birîndar im,
Cinyazê Silêmanê Ehmed
Komê Hesena li pêş çavê min e,
Heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e,
Heyfa mi tê li wê heyfê
Ji êvara Xwedê da li qarişî mi
Ji mila ve kirin rûtbe û nîşan û alametî Hemîdiyê!
Lo axawo wele nabî, bile nabî…
Şer giran e, Keremê Qolaxasî mêrkî mêrxas e,
Sê gula birîndar e, tê kuştinê
Tu car û tu zemana jê venabî…
Cewabeke ne bi xêrê hatiye
Dibê îro sê roj û sê şev e
‘Erz û ‘iyanê Mala Emer
Li kaviliya Îranê ser piştê manegiya
Cî nabîne, star tunîne lê peyabî
Esker em bin, esker em bin
(YAN JÎ)
(Ez Kerem bim, ez Kerem bim)
Em berxê Mala Emer bin
Qaçaxê Romê bin,
Fîrarê dewletê bin…
Kerem digot-Evdal digo
Em du peyayê Mala Mistefa Axa, du tayê bi tenê bin…
Berxê Mala Evdalê Mistê bin
Bi maleke mînanî Mala ‘Emerê Gulîxwu ra bi heval bin
Sêr bike li me û li vê zilmê!
Çar tixayê qeceran û sêrbazan û papax genî
Devê qonaxa li me bigrin
Me her du malê Gulîxwura bibêjin:
Law tifingê destê xw edeynin, teslîmî nêçelîgê me bin!

Ê de lêêêyy, lêxin bavê-bavê mino de lêxin
Sûsteman ji istûyê xwa da bînin
Qundaxê Martêliyan û Çapliyan li erdê xin!
Em hene ji berê di paş da qaçaxê Romê ne, fîrarê dewletê ne
Berxê Mala ‘Emer in, piçûk û mezinê me rabûn û ranebûne
Mirîd û canfîdayê Mala Şêx in, begooo… Haayyy…

Bê axao hwy li min, li min li min…
Asyayê bi sê denga badikirî
Go: De lê lê lê lê Besrayê…
Dayê rebenê sibe ye, şereka li me çêbû
Qaleka li me qewimî li Sûra Kafir Îsala
Hewşa Kafirê Emir Tûman dayê rebênê, wiha bigere
Mi dî teyrê ecelê ji êvar da ser serê Silêmanê Ehmed
Komê Hesena ji êvar da tevdigere
Bawer bike qerebalix e, yeqîn şer e…
Asyayê digot Besrayê:
Da dayê dergûşa milê te lawîn e,
Tu bi destê Elfesiya bigre ji navê derkev here…
Go: Lê dayê rebenê ji te re ne eyb e
Tu ji mi ra dibêjî gotinê werr e!
Bira dergûşa milê li dora lingê eşîra Mala ‘Emer,
Her du peyayê Mala Mistefa Axa tevbigere!
Besrayê bi sê denga ba dikirî:
Go: Ferzende! Mala te xira be!
Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’
Ez bavê Elfesya, Siwarê Eznawir im
Xwedanê “küçük çapliyê” me
Li welatê “Dordincî Ordiyê”
Mêr ser mi ra qe tune ne…
Go: Besrayê! Agirê kulyê di qapiyê te ketê!
Ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimî birîndar im!
Cinyazê Silêmanê Ehmed
Komê Hesena li pêş çavê min e,
Eva ne şerê Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê duwazde bavê eşîran e…
Hewşa kafirê Emir Tuman e
Bêşincî mezheb e
Bê dîn û bê îman e…
Li ser serê me hurmînê topan e,
Giregirê tometîka, li makîneliyan e…
Li me birîye deqe û sanî, nade me da tu mohlet û tu eman e…
Gavê din va li qarişî şerîeta Mihemed sekinîye,
Tu sêr bike ji min ra dixwîne meydan û ferman e…

Cinyazê Silêmanê Ehmed
Komê Hesena li pêş çavê min e,
Heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e,
Heyfa mi tê li wê heyfê
Ji gavê din va dikim nakim
Tiliya mina eşhedê ji xwe re li min nagere…

Lo axawo wele nabî, bile nabî…
Şer giran e, Keremê Qolaxasî mêrkî mêrxas e,
Sê gula birîndar e, tê kuştinê
Tu car û tu zemana jê venabî…
Cewabeke ne bi xêrê hatiye
Dibê îro sê roj û sê şev e
‘Erz û ‘iyanê Mala Emer
Li kaviliya Îranê ser piştê manegiya
Cî nabîne, star tunîne lê peyabî
Esker em bin, esker em bin
Em berxê Mala Emer bin
Qaçaxê Romê bin,
Fîrarê dewletê bin…
Kerem digot-Evdal digo
Em du peyayê Mala Mistefa Axa, du tayê bi tenê bin…
Berxê Mala Evdalê Mistê bin
Bi maleke mînanî Mala ‘Emerê Gulîxwu ra bi heval bin
Sêr bike li me û li vê zilmê!
Çar tixayê qeceran û sêrbazan û papax genî
Devê qonaxa li me bigrin
Ji me her du malê Gulîxwura bibêjin:
Law tifingê destê xw edeynin, teslîmî nêçelîgê me bin!

Ê de lêêêyy, lêxin bavê-bavê mino de lêxin
Sûsteman ji istûyê xwa da bînin
Qundaxê Martêliyan û Çapliyan li erdê xin!
Em hene ji berê di paş da qaçaxê Romê ne, fîrarê dewletê ne
Berxê Mala ‘Emer in, piçûk û mezinê me rabûn û ranebûne
Mirîd û canfîdayê Mala Şêx in, begooo… Haayyy…