Ciwan Haco Dersim Mp3 indir

Ciwan Haco Biluramin (1997)
Sanatçı Ciwan Haco
Albüm Biluramin (1997)
Şarkı Dersim
Hit 467 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 4.49 MB
Tarih 22 Temmuz 2017 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 10 puan. 3 kişi puan verdi.
Dersim Yorumları.
Dersim indir ve şarkı sözü.

Ciwan Haco Dersim Şarkı Sözleri



Bi sûnd bi peyman

ezê nehêlim kuç liser kuç

kit jê nahêlim

ezê bajher bikim

Dojeha liser riwê erdê

da "gawir" vegerine

ser riya "Ala"yê mezin

bere êdi Şirnex bêje

xwezi bi Dêrsimê geliyê Zilan

xwezi bi Helepçe

De lêxin "gurên boz" lêxin

kit ji wan nehêlin

Bira zanibin

Cihê şûrê me lê bilind bibe

ti seri xwe ranakin dibê

dixindirine newala

lêxin "Aslanlar" lêxin

mizginiya "mirinê" bighênine

Qulpe û xwişmakên wê

Bêjin vaye hat "mirina zer"

bere ev çiya û zinar

nasbikin ez kime

ezim "Sayar"im

neviyê "Xanê" mazin

yê "Ata" û yê "lsmet İnönü"


pesnê xwe nede

xezeba te ji tirsa nara teye

Alem pesnê xwe bi mirovaniyê

dilovaniyê zanyariyê dide

tu bi şûr

hin gelek ditin bahozên "zer"

li vhi erdi gelek niv-mirorê

di çav xwede "fêris"

di nava xwede "newêrek" û

"bêbext"

derbas bûne

gelek hatine bablisokên "zer"

te basa "'xanê" mezin

'Ata" û "lsmet" kir

ew hatin û çûn

lê ez livirim

ez Iivirim

liber diwarê birca Amed

ez livirim mina Surhê me


li ser singa te

mina direhê me

di gewriya tede

di çavên tede bablisoka ji agirim

mina surhê me liser singa te


birçî tazi bider serê xwe natewênimo

siruda welat dixwinim

kolonan dadigrim

bi rê ketiye 'meşa azadiyê"

zindan min kiriye mala rûmetê

dibistana şorêşê

bûme diwarê qalind liser singa te

livirim

nobedarê dara gwizê me

tiwa li hewşê

nobedarê tenura dayka şêrinim

ez livirim hevirtirşim

di legena hevirê welat de

ez dipêjim hanê "Kurdayetiyê"

e saben min ji cemeda kurra

"Agrî"

di dilê mide dojeha sor

dema ez lidibim latê diguvêşim

ax hanê mine eger birçibim

lê disa livirim

ba rnakim her livirim

sûrha giranim liser singa te

ez bazim û helina mine

"Bagok" û "Herekol"

ez pêşmerge me 'Egidim"

diwarê qalindim liser bedena te

Bipirse ji 'Îskenderê Mezin"


ewê bêje te

çend dijware tîra min

ewê bêje te çiroka min

ev çiya carekê rabune

go hew bitewin

Sûrhim li ser singa te


livirim û bang dikim

biraye xwe li pişta xetê

li başur li barêş

were ba min kadestê xwe?

pişta teme "Sûrha Çin"

bawer meke gotinê "marê zer"

"rih dibê post, lê dijmin nabê

dost"

Paşayâ "Kor" mirê Rewandiz

mina Bedirxanê Botan

na gotin , bakur û başhur

dane ber xwe

ji Dersim. heta bi Mûsil, Kerkuk