Sanatçı | Berfin Aktay |
Albüm | Berfin Aktay (2018) |
Şarkı | Ay Gewre |
Hit | 510 indirme |
Haftalık Hit | 2 Haftalık indirme. |
Boyut | 4.26 MB |
Tarih | 7 Ağustos 2018 , Salı günü eklendi. |
Puan | 10 üzerinden 7 puan. 5 kişi puan verdi. |
Carekê min dît ji xwe re gewrek
Çavê wê reş û belek
Xwe berda nav dilê min
Min jê hezkirî gelek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Hat bîra min birî û çav
Lêv û diranê li hev
Bejn û bala teyê zirav
Porê tarî weke şev
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Ez û gewrê bûn dilek
Bûne rihek bûn canek
Tu car gewrê ji bîr nakim
Ji niha û sed û salek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Nesîbê me tev rabû
Ne b’destê min û te bû
Xêrnexwaza em dûr xistin
Lê dilê min li cem te bû
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Binêr li min û vî halî
Ji eşq û xema ez dihelim
Wextê çavê min li te ket
Keser xwe ser da alî
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min