Kazo Felek Mp3 indir

Kazo Heseno (2001)
Sanatçı Kazo
Albüm Heseno (2001)
Şarkı Felek
Hit 1724 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 6.02 MB
Tarih 18 Kasım 2017 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 6 puan. 10 kişi puan verdi.
Felek Yorumları.
Felek indir ve şarkı sözü.

Hey felek, hey zalim felek, hey bêbext felek, hey mala te xira be, ma jiyan jibo gelê dinyayê heye, jiboy me te gelek dîtiye, felek, bêbext, xayîn
Yar yar felek, ay felek, felek, hey mala te xirabe felek
Xelqê winda kirîye însan û tebîyet û exlaq û gelek
Îro li me naxuyên Serok û Rêberê Kurdan, zatê min nebir herdu çavê reş û belek
Felekê kire gazî go(t) Kurdo razavo bi çavê êşa li ser meda binêre çiyayê bilind û belekîne
Mi(n) go felekê mala te xirabe derdê xelqê yek û du ne, te li can û bedenê me vekiriye sêsed û şêst û şeş birîne
De ka ji kerema xwe bêje dermanê birînê me çi û çi ne
Mi dî(t) kire gazî go bigere dermanê birînê te li vê derê tunîne
Mi rabû nameyek nivîsî bera xwe dabû li ser ziyareta Şêx Ehmedê Xanî merqeda wî li Bazîdê dimîne
Mi rabû li vê derê bera xwe dabû li ser ziyareta Feqiyê Teyran merqeda wî li Wanê li Mîksê dimîne
Mi li vê rabû bera xwe dabû serê Sîpanê xelatê meskenê Siyabend û Xeca zerîn e
Ez ber bi jêr hatim bera xwe dabû ser ziyareta Şêx Mûsa Enzîlê merqeda wî li orta Diyarbekir û Mardîn e
Mi rabû bera xwe dabû Cizîra Botan, ser merqeda Melayê Cizîrî, merqeda wî li ser dehlê dimîne
Mi li vê rabû bera xwe dabû ser ziyareta Elî Şêx Seîd Riza, Şêx Seîd efendî ev şehîdê azadiyê ne
Mi rabû li vê berê xwe dabû li îdarê Mehabatê meydana çarçira sekinîm bi zarawayê soranî kire gazî mi go KAK, ji min ra bibêje merqeda Qazî Mohemmed li kî derê dimîne
Mi dî yekê kire gazî go mala te xiranbe qey tu nizanî neyaran Qazî Mohemmed li vê meydanê xeniqandîne
Ay felekê felek, felek felek, hey mala te xirabe felek
Yar yar felek, mi li vê rabû bera xwe dabû li ser ziyareta Şêx Mehmud Berzincîne
Ez li vê rabûm bera xwe dabû li ser ziyareta Mela Mistefa Barzanîne
Mi rabû bera xwe dabû li bin xetê ser ziyareta nemir jê ra dibêjin Seydayê Cegerxwîn e
Mi dî evî kire gazî go hey mala te xirabe tu nizanî dermanê birînê mi û te çi û çi ne
Dermanê birînê min û te, deşt û zozan, çiyayê bilind, avê li bin belekiyê berfê digeşîne Kurdistana rengîn e,
Li bal vî însanî ye evê îsal 23 sal e şerê azadîyê dimeşîne